felek îmsał legełman her be peşim û kîn û ḧîddet bû

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  494 Dîtin
felek îmsał legełman her be peşim û kîn û ḧîddet bû
beratî bo hemû şêx û mela řenc û meraret bû
beşî xełqî «behare»y bê «miror»y sîḧḧet û şadî
beşî êmeş hemû «ḧacî beyan»y derd û mîḧnet bû
řefîqêkman hebû êmey ẍerîqî beḧrî zeḧmet kird
bełam xoy wek duřřî yekta sedef berdarî řeḧmet bû
îmam û wa’îzî mizgewtî paşa şêx ’umerNava taybet ye’nî
xelîfey neqşibendî, xadîmî şer’ û dyanet bû
ke pirsîm sałî ẍufranî le mamostay xîred, fermûy:
îmamê bazî řoḧî aşyan aray cennet bûHisaba Ebcedê: ?
welî ’ehdî lepaş xoy şêx miḧemmedNava taybetbîḧemdî alilّhErebî
le ’esrî xoşya her îşî tedrîs û îmamet bû
xuda kwêrî nekey ew xanedanî ’îlim û ’îrfane
heta ’alem bimênê, çunke her yaney fezîlet bû