felek îmsał legełman her be peşim û kîn û ḧîddet bû

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 1 minutes  493 views
felek îmsał legełman her be peşim û kîn û ḧîddet bû
beratî bo hemû şêx û mela řenc û meraret bû
beşî xełqî «behare»y bê «miror»y sîḧḧet û şadî
beşî êmeş hemû «ḧacî beyan»y derd û mîḧnet bû
řefîqêkman hebû êmey ẍerîqî beḧrî zeḧmet kird
bełam xoy wek duřřî yekta sedef berdarî řeḧmet bû
îmam û wa’îzî mizgewtî paşa şêx ’umerNamed-Entity ye’nî
xelîfey neqşibendî, xadîmî şer’ û dyanet bû
ke pirsîm sałî ẍufranî le mamostay xîred, fermûy:
îmamê bazî řoḧî aşyan aray cennet bûAbjad Numerals: ?
welî ’ehdî lepaş xoy şêx miḧemmedNamed-Entitybîḧemdî alilّhArabic
le ’esrî xoşya her îşî tedrîs û îmamet bû
xuda kwêrî nekey ew xanedanî ’îlim û ’îrfane
heta ’alem bimênê, çunke her yaney fezîlet bû