be xuř dîsan řija firmêskî baran

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 2 minutes  1578 views
be xuř dîsan řija firmêskî baran
le hewrî çawî sûrî duřnîsaran
temî matem wiłatî kurdî dagirt
lepiř wek dûkełî makîne, şaran
zemîn bo quř nepêwê wek min û to
zeman bo çî neşêwê çeşnî caran
cenabî ḧepse xanNamed-Entity teşrîfî řoyî
şika piştî feqîran û hejaran
jin, emma fî aliḧqîqةArabic xadîmey qewm
ke ye’nî seyîdey ẍîret şikaran
ře’îse û xanedanzadey seyadet
emîr û şay jinanî bextyaran
tebîbey derdî bîmaranî birsî
kerembexşî birînî diłfegaran
mişûrxorî girohî ademîzad
le mindał ta egate desbedaran
le kûrey agirî ẍemda mepirsin
le sozî ah û nałey bêqeraran
eşê ḧesretnuşînî şînî ew bin
mela û şêx û geda ta tacdaran
fîdakarî ẍerîb û xowłatî
wefadarî lebar û nalebaran
be xořayî leber pêya nekewtûn
le pîrêjin heta sîmîn ’uzaran
ke guł řoyî le baxa bo nenałn
heta mirdin hezaran wek huzaran
be mîladî, wefatî, ger epirsin
dirêẍ bo ḧepse xanAbjad Numerals: dirîẍ bu ḧibsih xan =1948 te’rîxe, yaran
eger hîcrîş ełên ew bû mişûrxorAbjad Numerals: aw bu mişurxur =1367
be cîddî bo zelîl û leş bebaran
etoş bêxudPen name biłê daym řuwew beyt
be hawîn û be zistan û beharan
xuda cêgey beheştî cawîdan key
be cahî ceddî xoy û al û yaran