be xuř dîsan řija firmêskî baran

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 2 Xulek  1581 Dîtin
be xuř dîsan řija firmêskî baran
le hewrî çawî sûrî duřnîsaran
temî matem wiłatî kurdî dagirt
lepiř wek dûkełî makîne, şaran
zemîn bo quř nepêwê wek min û to
zeman bo çî neşêwê çeşnî caran
cenabî ḧepse xanNava taybet teşrîfî řoyî
şika piştî feqîran û hejaran
jin, emma fî aliḧqîqةErebî xadîmey qewm
ke ye’nî seyîdey ẍîret şikaran
ře’îse û xanedanzadey seyadet
emîr û şay jinanî bextyaran
tebîbey derdî bîmaranî birsî
kerembexşî birînî diłfegaran
mişûrxorî girohî ademîzad
le mindał ta egate desbedaran
le kûrey agirî ẍemda mepirsin
le sozî ah û nałey bêqeraran
eşê ḧesretnuşînî şînî ew bin
mela û şêx û geda ta tacdaran
fîdakarî ẍerîb û xowłatî
wefadarî lebar û nalebaran
be xořayî leber pêya nekewtûn
le pîrêjin heta sîmîn ’uzaran
ke guł řoyî le baxa bo nenałn
heta mirdin hezaran wek huzaran
be mîladî, wefatî, ger epirsin
dirêẍ bo ḧepse xanHisaba Ebcedê: dirîẍ bu ḧibsih xan =1948 te’rîxe, yaran
eger hîcrîş ełên ew bû mişûrxorHisaba Ebcedê: aw bu mişurxur =1367
be cîddî bo zelîl û leş bebaran
etoş bêxudNasnava edebî biłê daym řuwew beyt
be hawîn û be zistan û beharan
xuda cêgey beheştî cawîdan key
be cahî ceddî xoy û al û yaran