kabrayek hebû le seqiz zor naşîrîn bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  495 Dîtin

kabrayek hebû le «seqiz» zor naşîrîn bû; naşîrînyekey lew naweda dengî dabuwewe. em kabraye melaş bû. bełam kasbî ekird. kuřêkî hebû feqê ’ewłiłay naw bû le feqêtî hatbuwewe bo serdan. herçen eçuwe małewe seyrî ekird bawkî le naw awêneda seyrî xoy eka û lêwîşî ebziwê û em ney’ezanî çî ełê. kitupiř carêk çuwe jûrewe seyrî kird bawkî dîsan seyrî xoy eka le awêneda û ełê اەلْḧemْdu lîleّhî اەلەّzîy surtî, فەئەەحْsene sûretîyErebî. hate derewe yekêk leber dergay ḧewşeda bû witî: bawkit le małe? witî: bełê. witî: çî eka? witî: çî eka? xerîke xwa exate dirowe!