le sine leser qebranî şêxan çend gořêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  505 Dîtin

le sine leser qebranî «şêxan» çend gořêkî dirêj hebûn, her zor zor dirêj bûn. aẍa ḧemeḧesen hebû řojêk legeł hendê kesa bewêda tê’epeřê, seyrî ew qebre dirêjane eka. belayewe seyr ebin epirsê: emane çîn? ełên: emane qebrî esḧaben. tozêkî tir têyan efkirê û ełê ha, ha, ha, bełê emane ebê esḧabegel bin ew esḧabegele ke be beydaxekanyanewe lêre niryagin!