paşa korey řwandiz cûlekeyekî la hebû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  556 Dîtin

paşa korey řwandiz cûlekeyekî la hebû «ḧetan»y naw bû; xoşî ewîst. meyterêkîşî la hebû «wise»y naw bû. bełam heta ḧez bikey wise naşîrîn bû. xot ezanî ew serdeme cûleke le řwandiz hîç qedir û qîmetêkyan nebû, her kes heł’esta qisey pê ewtin, leber eme wiseş be tewawî be qisey pê witin fêrî ḧatan bibû.

řojêk wise be ḧetan ełê: kafir to xot û hemû cûlekekan kafirin. ḧatanîş ełê: be xwa wise! ne min kafirim ne cûlekekan kafirin. kafir ew keseye ke lay waye xwa toy be cwanî dirûst kirduwe!