eger şahim weger şahîn û bazim ya risul alilh

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  3631 Dîtin
eger şahim, weger şahîn û bazim ya risul alilhErebî
weten aware û hêlanewazim ya risul alilhErebî
be řoj perwaneyêkî diłişkaw û bê peřubałim
be şew şem’êkî piř soz û gudazim ya risul alilhErebî
le têẍî qehir û řutbey îltîfatî toweye qurban
eger gerdenkeçim ya serferazim ya risul alilhErebî
be werçerxandinêkî řût heta hem kewtûm bênaz
be lutfêkit le ’alem bê nyazim ya risul alilhErebî
le têkoşînî řizgarî minî awareda kul bûn
hemû bapîrekanî diłnewazim ya risul alilhErebî
îtir her xot ebê çarem bifermûy çunke her xotî
tikakarim, mu’înim, çare sazim, ya risul alilhErebî
ezanim xo xîlafî emrî tom zor kirduwe, emma...
kuřî xotim be lutfî to enazim ya risul alilhErebî
necatim ger bidey zû bo tewafit ḧazirim, ye’nî...
be ke’bey řût řuwew xakî ḧîcazim ya risul alilhErebî
ẍułamêkim ewa xom xiste qapî ẍîretî towe
benaw «meḧmûd» m emma her «eyaz»m ya risul alilhErebî