eger şahim weger şahîn û bazim ya risul alilh

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 1 minutes  3638 views
eger şahim, weger şahîn û bazim ya risul alilhArabic
weten aware û hêlanewazim ya risul alilhArabic
be řoj perwaneyêkî diłişkaw û bê peřubałim
be şew şem’êkî piř soz û gudazim ya risul alilhArabic
le têẍî qehir û řutbey îltîfatî toweye qurban
eger gerdenkeçim ya serferazim ya risul alilhArabic
be werçerxandinêkî řût heta hem kewtûm bênaz
be lutfêkit le ’alem bê nyazim ya risul alilhArabic
le têkoşînî řizgarî minî awareda kul bûn
hemû bapîrekanî diłnewazim ya risul alilhArabic
îtir her xot ebê çarem bifermûy çunke her xotî
tikakarim, mu’înim, çare sazim, ya risul alilhArabic
ezanim xo xîlafî emrî tom zor kirduwe, emma...
kuřî xotim be lutfî to enazim ya risul alilhArabic
necatim ger bidey zû bo tewafit ḧazirim, ye’nî...
be ke’bey řût řuwew xakî ḧîcazim ya risul alilhArabic
ẍułamêkim ewa xom xiste qapî ẍîretî towe
benaw «meḧmûd» m emma her «eyaz»m ya risul alilhArabic