kabrayek hebû le balîsan zor feqîr ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  680 Dîtin

kabrayek hebû le «balîsan» zor feqîr bû. eger car car le awayî goştyan bikuştayetewe hendê le řîxołe û wirgekeyan bo ebird bo ewey bîken be çêşt û bîxon. pişîleyek pêyan fêr bibû ehat lêy edzîn! řojêk kabra çû bo hewlêr be her cor bû «bîwir» êkî hêna bo ewe car car kołe darêkî pê bika û bîden be şitêk û pêwe bijîn. ke bîwerkey hêna jûrêkyan hebû le piştewe birdî lewê dayna û tund dergakey pişt koł kird leserî. jinekey witî: ewe bo çî bîwreket birde ewê? kabra witî: ta pişîle neydizê. jine witî: pyaweke pişîle çon bîwir edzê? witî: çima to eqiłit heye? ew girtike goştêk ke çwar pûl nahênê eydizê, henûke bîwrêk le de qiřan dênê kû naydizê?