kabrayek hebû le sine mîrza feqêy naw ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  716 Dîtin

kabrayek hebû le sine mîrza feqêy naw bû; pyawêkî be dîn û le xwa tirs û feqîrokeş bû. řojêk eçête lay mela eḧmedî qyametî (ke em mela eḧmede mizgewtêkî hebû le naw bazařeke bû be řoj le berheywanî mizgewteke da enîşt û xełk eçûn pirsî şer’îyan pê ekird). ełê: qurban min herçende nwêj da’ebestim û eçme naw nwêjekewe şer’ şermî bo nîye kêrim heł’estê nazanim çarim çîye? ewîş ełê: fîkir le mirdinî bawik û daykit bikerewe. ełê: kełkî nîye. ełê: henasey xot bixowe. ełê: kełkî nîye. ełê: fikirî qebir û qyamet bikerewe. ełê: kełkî nîye, emanem hemû kirduwe hîç kełkî nîye, tenanet fîkirim le aẍay qyametê kirdigeso her sûdêkî nîye!

mela eḧmed tozê řa’emênê û têk eçê û ełê: ke wate kabra bîsû be qingî mina! kabraş ełê: qurban! axir min bo çe hatim bo xizmetî cenabit? bo ewey herçî cenabit bifermûy min wa bikem!