ḧacî eḧmedî kiřnû le axrî ’umrewe ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  695 Dîtin

ḧacî eḧmedî kiřnû le axrî ’umrewe tûşî kołincêk bibû, zor le berî nařeḧet bû. ḧekîmekanî ew dewre wityan: xwênî bigirin çak ebêtewe. xwênyan girt kełkî nebû. yekêkî tir witî: řon gerçekî bidrêtê çak ebêtewe. řon gerçekîşyan daye her kełkî nebû. yekêkî tir witî: eger şerabî bidrêtê bê guman çak ebêtewe. her çend řazîş ne’ebû be her cor bû nextê şerabîşan daye, ke çî ewîş her kełkî nebû dway ewe lêyan pirsî: ḧacî çonî? witî: çon bim? lem axrewe be ’umrêkî heşta û pênc sałîyewe ebê beser xoşî û be qing diřawî biçme ḧuzûrî xwa!