kabrayek hebû dû jinî hebû jinekan le ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  806 Dîtin

kabrayek hebû dû jinî hebû. jinekan le beyn xoyana wekû hemû hewêyek têkçûn; destyan kird be cinêwdan be yek. řojêk jinêkî tir le yekê lew hewêyaney pirsî: erê xuşkê to mindałit heye le mêrdeket? witî: min ḧewt kuřim heye hêndûke hêndûke. penceşî bo berz ekirdewe. witî: ey hewêket? witî: ew yekêkî heye ewendey xirsêk. baweşî bo egrêtewe wekû yekê wêney bikêşê.