kabrayek lew deştî dizeyye -bîlamanê- hat...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  773 Dîtin

kabrayek lew deştî dizeyye -bîlamanê- hatbû be serya mangayekyan hebû, mangakey gabû. paş maweyek mangake awis bibû; dyare gay lê peřîbû. kabra dû sê kuřî hebû, zor xoşî xoşî eweyan bû ke mangakeyan awse. hemû car eyanut: bawe! îşełła mangakeman golke mêçkeyek dênêt. kabraş zor tirsî lê nîştibû eyut: kuřim her golke bê qeynaka. (kabra tirsî ewey hebû le batî gwêreke beçke însanêk bênêt!)