melayek le kořêka we’zî eda witî katê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  767 Dîtin

melayek le kořêka we’zî eda witî: katê ke ḧezretî îbrahîm hat ḧezretî îsma’îlî kuřî ser bibřê, herçî meleyeke hebû nebû kewtine pařanewe û paşan xwa beranêkî nard bo ḧezretî îbrahîm û lebatî ḧezretî îsma’îl kirdî be qurbanî. ca êste her kes qurbanî bika wekû ew qurbanîyey ḧezretî îbrahîm waye. kabrayek le kořî we’zekeda danîştibû, hesta û witî: ewe êjî çî? ew gişt melayeke? kewtine pařanewe ta xwa beranêkî le dest buwewe êste min we qisey dem hełpiçřawêkî wekû to têrim ew meře peře firexasem ekem we qurbanî? de bikem we qing dayk ew kesewe ke we gwêt bika!