mîmke panê hebû başkî û le ’eşîretî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  833 Dîtin

«mîmke panê» hebû başkî û le ’eşîretî caf bû. kuřêkî hebû «mela se’îd»y naw bû. mela se’îd le binkey «bineberaz» lew dîwî herdewe bû be lay pîwazewe. em mela se’îde řadyoyekî patrî ebê, řojêk mîmkepanê eçê bo lay mela se’îdî kuřî. řadyokeş leser êstige kurdîyekeye û goranî kurdî ełê. heł estê eçê bo derewe řadyoke danaxa ewa řadyo goranî ełê û mîmkepanê be layewe danîştuwe.

zorî pê naçê mîmkepanê taqetî eçê û řû ekate řadyoke û ełê bawkim mela se’îd çuwete derewe û minîş pîr bûm ewende taqetim le goranî nîye. eger be zeḧmetî nazanî bîwřewe!

řadyo dyare her goranî xoy ełê. dîsan mîmkepanê pêy ełê: biram pêm witît mela se’îd le małewe nîye û minîş goranîm gerek nîye, bîwřewe! her kełkî nabê řadyo her eyłê, řûy tê ekatewe û ełê kawra to çenebaz û çeqawe sûyt. min êjim gerekim nîye to her we zor dengî xot efroşît. eme ełê û heł’estê heç nwênêkyan ebêt eyhênê eyxa be ser řadyokeda û ełê: we kelam, êste xefet ekem!

řadyo her dengî dêt emca ełê: dewît bawik! to dyare êjî beçke domît ta lêt nedem aqił nawît. pelamarî gałokêk edat, dênê nwênekan la eda û řadyo edate ber gałok û wird û xaşî eka û emca ke eşkê îtir bê deng ebê. ełê: dewît bawik! ta xotit we lêdan neda le çenebazî nekewtît!

paş ewe mela se’îd kuřî dêtewe ełê: daye ewe kwa řadyoke? ełê: řołe em kawraye zor bêfeř û çenewaze; herçendim pê wit biram min ḧez le goranî nakem ew her wazî nehawird. le axra dame ber têła û ew wexte bêdeng nawê! mela se’îd ke eçête ser řadyoke seyr eka wird û xaş buwe be ser yeka. ełê: xwa bitgirê daye bo îşê kirdit.