şêx hadî şêx ḧesenî pişderî çend qiseyekî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  903 Dîtin

şêx hadî şêx ḧesenî pişderî çend qiseyekî nard bo řişte, lewaneda gêřayewe û witî: kabrayekî maxolanî kewtibuwe ser ewe biçê le îş û karî xwa wird bibêtewe çunke gelê car şitî way berçaw ekewt hîç ne’eçuwe eqłyewe! em kabraye bem fermanewe le deştêka esûřayewe tuşî kanî û serawêk bû. darêk leser kanîyeke bû. řoj direng bû, le bin darekeda řakşa bo ewey tozê biḧesêtewe, paşan witî: dyare şewm be sera dêt û lêre emênmewe ciřucanewer û diřindeş zore; çak eweye biçme ser dareke newek tûşî şitêk bim.

hesta çuwe ser dareke û zorî pê neçû swarêk hat aw bixiwatewe. ke awekey xwardewe piryaskêkî zilî pê bû, lêy kewt û pêy nezanî lêy da řoyşit. tumez em piryaskeye pareyekî zor bû, lêy be cê ma. ke kabra le çaw win bû kabrayekî tir dîsan bo aw xwardinewe hate ser kanîyeke. piryaske parekey ber çaw kewt parey hełgirt û lêyda řoyşit.

dwabedway ew şwanêk řanekey dabuwe pêş û řanî hêna bo serkanî bo awî beyanî. temaşay kird swarekey yekemcar be piřtaw geřayewe bo ser kanîyeke û řûy kirde şwane û witî: kabra piryaskeyekim leser em kanîye lê kewtuwe û bêcge le to kesîş nehatuwete êre, piryaskekem pê biderewe. kabray şwane witî: bawkim wełła nemdîwe, geřim lê lade. lem qiseyek û lew qiseyek kabray sware day le şwaneke û şwanî kuşt û řan bê şwan mayewe û ewîş bo xoy lêyda řoyşit.

kabra ke leser dareke bû lem îşe zor serî suřma witî: axir xwaye min ełêm îşekanit hîçyan le şwênî xoya nîye, ke çî bendekanit pêm ełên kafir buwe axir yekêkî tir parekey hełgirt û bê areq boy derçû. em şwane hejare çi sûçêkî hebû wa be xořayî be kuştit da?

em lem xeyał qise kirdina bû kitupiř pyawêkî řîş sipî nûranî peyda bû, hate bin dareke û serî berz kirdewe û witî: kabra dabeze. kabra le tirsana be nîwe gyanêkewe dabezî. emca pêy wit: dyare to le em îşe serit suřmawe. witî: erê wełła! axir eme îşe xwa kirdî? qezay dêze bikewê le goze emeye! xałey nûranî witî: ke wate ba min têt bigeyenim, witî: ew kabrayey ke hat parekey hełgirt ew pareye sed lîre bû, wextî xoy em kabray sware sed lîrey be zor lew kabraye sendibû pêy ne’edayewe, herçend kabra hawarî ekird kełkî ne’egirt. ke hate ser kanîyeke seyrî kird sed lîre kewtuwe, neşî ezanî hî kêye, hełîgirt û lêy da řoyşit, be parey xoy geyştewe. em şwaneş ke to eybînî wa lewê kewtuwe û to lat waye be naheq kujrawe, eme wextî xoy bawkî ew swarey kuştibû; swarekeş eyzanî ke wa em bawkî ewî kuştuwe. be nawî parewe lêyda û kuştî. emane her yek be tołey xoyan geyştinewe be bê eweş pêy bizanin. ewî yekêk bikujêt her ebê bikujrêtewe, ewî zułim û cewr le yekê bika ebê le axra bîdatewe dest. zorlêkiraw ḧeqî nařwa û załmîş ebê cezay xoy bibînê. eme bû karesatî emane, îtir biçorewe małî xot û danîşe û xwa her îşê ke eyka hemûy le şwên xoyaye û hîç îşêkî bê mesłeḧet nîye.

kabra ke emey çaw pê kewt, îtir tobey kird û lew xeyałe paşgez buwewe û çuwewe małî xoy.