kabrayek kuřêkî nalebarî bêgwêy hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  760 Dîtin

kabrayek kuřêkî nalebarî bêgwêy hebû; zor lêy nařazî bû. řojêk le lay dostêkî xoy destî kird be derdedłikirdin le dest kuřekey û pêy wit: bełkû to nextê amojgarî bikey. ewîş witî: biram kuřeket zor bêgwê û lasare. amojgarî pyawî şêt nebê be gwêya naçê. bawkekeş witî: ay be qurbanit bim! axir boye minîş be to ełêm!