kabrayekî cebarî dinya zistan ebê legeł...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1004 Dîtin

kabrayekî «cebarî» dinya zistan ebê legeł karwana dêt bo kerkûk. beyanî egene «tepelû». be karwaneke ełê: êwe biřon ta min nwêjekey beyanîm ekem û pêtan egem. awî «tepelû» beçke řûbarêke serçawekey le qereḧesenewe dêt ta degate ewê, zor dûre her hewa lêy eda û zor sard ebê. kabra eçête ser aweke taret bigrê. dinya sarde aw buwe be texte. ke aw heł’egrê û eyda be xoyewe, xoy le berya řanagrê û heł ebloqêtewe çend carêk aw eda be xoyewe her naygirê le axra ełê: bikem we qing bawkitewe bîgrê û neygirê her em careye. ew careşî pêwe eda her naygirê. paşan heł estê řû ekate aweke û ełê: dewêt bawik her em sardîyey to bû kewa «tepelû» û «leylan»y kirde we «řafzî». eme ełê û eřwa be şwên karwanekeda.