derwêş eḧmed hebû xełkî silêmanî bû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  822 Dîtin

derwêş eḧmed hebû xełkî silêmanî bû. le zemanî turkida le leşkirî cemal paşay fetaḧda ’esker bû. řîş û peşmêkî berdabuwewe. řojêk cemal paşay teftîşî ’eskerekan eka egate lay derwêş eḧmed ke le řîzî sefekedaye. ewestê û dest eba bo řîşî derwêş eḧmed û ełê: eme çîye? ewîş dest berz ekatewe selamî bo bigrê kutupiř desteye qaqezî qumar le baxełî ekewête xwarewe, epeşokê û eyewê qaqez hełgirêtewe ke da’enwêtewe qapyê ’ereqîş her le baxełya ebê, ewîşî lê ekewête xwarewe. ke cemal paşa eme ebînê waqî wiř emênê û eřwa.