şêx řezay tałebanî zemî hemû kesêkî kird...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1003 Dîtin

şêx řezay tałebanî zemî hemû kesêkî kirduwe, řojêk lew binarî hełebceye le małî wesman paşa hełî dabû. şêx ’umerî byare be mîwanî dêt bo ewê; şêx řezaş lewê ebê. kuřgel deçne bin destî şêx řezawe ke zemêkî şêx ’umer bika. şêx řeza herçend eka çeşey nabezwê bo em zem kirdine, îtir leber her şitêk buwe eme şêx řeza û şêx ’umer xoyan eyzanin.

beyanî şêx ’umer eyewê bigeřêtewe bo tewêłe, wiłaxî bo dênin swarî bê, şêx řeza pelamar eda eçê awzengî maynekey egrê bo ewe şêx swar bê. şêx ’umer ełê: qurban! le dwênêwe min her le xeyałî to dam; ke çî to destî xotit weşand, hem swar bûyt û hem pêt girtim!