dîdekem lew řojewe min aşnatim řoḧekem

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 2 Xulek  9104 Dîtin
dîdekem lew řojewe min aşnatim, řoḧekem
aşnayêkî be gyan û dił fîdatim, řoḧekem
peřtewî řûy tom ke dî lew sawe wek ruḧu albeyanErebî
her xerîkî seyrî sûrey walzuّḧîErebîtim, řoḧekem
ta le çawî murşîdî to bey’etim wergirtuwe
řoj û şew meczûbî ḧewşî xaneqatim řoḧekem
dił eger meftûnî daney xałekey sergonete
xom esîrî perçemî dawî bełatim řoḧekem
to ke lortî ḧusnî emřo, ferze min bê beş nekey
musteḧeqqî řût û muḧtacî zekatim, řoḧekem
min be qûtî wesłî êware û sibeynêy to ejîm
to xuda toş neybiřî mûçe û beratim, řoḧekem
şew ezanî bo çî her dewr û xulî řûy to edem!?
ta bizanî min ke perwaney çiratim, řoḧekem
bişmirim xakim lepaş sed sał ełê wek samNava taybety nûḧNava taybet
ey mesîḧa çaweřêy yek merḧebatim řoḧekem
tûşî tîẍî nazî to bûm taze tuxwa lêm geřê
ba şehadet bê be esbabî necatim, řoḧekem
ca’îzey em şî’re nazdarane bêxudNasnava edebî ’erz eka...
kafîye bem new’e lutifit bo xełatim, řoḧekem