mela se’îdî hewramî witî le germyan le...
mela se’îdî hewramî witî le germyan le xêłêkî «başkî» melay řemezan bûm û le małî «ḧemelaw»y başkî bûm. ḧemelaw dû jinî hebû, gewrekeyan «ame»y naw bû. ew řemezane ḧemelaw hîçî pê nekirdibû, kewte demedemî cejin le řojî ’erefeda ame goya eçêtewe bo małî bawkî bo ewe cejin lewê bika, ḧemelaw be helî ezanî eçê berokî jine biçkolekey egrê û ełê: kiçê ame lêre nîye baxerîk bîn. melayş xomane ta ame lêre nîye destê eweşênîn. ke ḧemelaw û jinekey xerîkî îş ebin, ame le pêşa diłî çekerey kirdibû xoy lêyan dagirtibû, lew kateda eçê beseryana! ḧemelaw her xêra camanekey řa’exat û dest eka be nwêj kirdin, ame eçê be cinêwdan têy ber ebê û çakî kewakey heł edatewe û seyr eka ḧeyte mil dabřyagey caranî xoy, le jêr kewakewe belebelyetî! ełê: ḧemelaw! dirozin řûy bawkî řeş bê, eme kêrî teḧyat û nwêj kirdine? tu xwa mela to pyawêkî weteḧyatî, bo xwa qise bike a em kêre kêrî teḧyate? mela se’îd witî naçar minîş dame pałî û witim: newełła kêrî teḧyat wa belebelker nîye!