xêł serewjûr ebuwewe bo kwêstan kabra...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  690 Dîtin

xêł serewjûr ebuwewe bo kwêstan. kabrayekî «başkî» danî sołesołî ekird witî: ta destim le germyan nebřyage ba bîkêşim. çuwe «kifrî» û çuwe lay kabrayekî nałbend û witî: a bira ew diganem bo bikêşe. kabraş petêkî hêna, serêkî best beddanî kabrawe û serekey tirî best be kołekey dûkanekeyewe, emca bizêkî kird be kabrawe. kabra tekanêkî da hełbêt, danekey be peteke mayewe, emca dûr kewtibuwewe eyut: seyr ke dewît bawke êjî serî diganeke le demmaye û řîşekey le qingimaye wa bizim pêwe eka!