sałḧ kiçanî (kiçan dêyeke le sengaw)...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  747 Dîtin

«sałḧ kiçanî» (kiçan: dêyeke le sengaw) hebû le kifrî, bawkî em ḧacî şaswarî kiçanî; bazirgan bû. řojêk kabrayekî caf - ke nasrawî sałḧ ebê - eçête ewê û ewîş mîwanî eka û eybatewe małewe. kabray cafî gayekî pê ebê le beyanya gake le bazař efroşê. sałeḧ eka be desteber ke em gaye dizyetî nîye. parey xoy wer’egrê egeřêtewe û xêł eçê bo kwêstan. lem lawe ga be dizyetî der’eçê, cwan û puxt lalo sałḧ egirin û parey gakey lê estênnewe! xêł le kwêstan egeřêtewe û kabra hemaneyek «keşk» heł’egrê û dêt bo kifrî. hemane keşk efroşêt û bo êware dêtewe bo lay lalo sałḧ, wekû ne bay dîbê ne boran. lalo sałḧîş hîç nayxate řûy her wekû caran qisey xoşî legeł eka û eybatewe bo małewe.

dinya payîze, lalo sałḧ ełê: ke nîskêneyekî swêrî goranane le małewe dirust biken. şewê dû qerewaney çak nîskêne da enêyn, kabra heta le lûtî dêtewe nîskêne exwa û paşan xoy be tenha le jûrêka enwê û dergay derewey jûrekey le ser da exrê. ekewête nîwe şew kabra ḧelwelay pê ekewê heł’estê dest enê be dergakewe, seyr eka lewdîwewe daxrawe. hîç çarî namênê hemane xałîyeke dênê û têy eřênê! bew core le serî eřwa ta beyanî piřî eka û her careş ełê: bikem we goř bawkitewe gorane hêze. lew laşewe her ser le êware sałḧ be dû cambazî xełkî kifrî ełê mîwanêkman hatuwe, hîzeye řonî nayabî pêye! beyanî cambazekan legeł mela bangidana ekewne cambaze û berqapî małî lalo sałḧ egirin. kabraş her le tarîk û lêłeda heł’estê le terîqyana hemane gû eda be kołya û dête derewe. her ke dête derewe cambazekan qîř eygirin.

cambazî ewsay kifrîş wekû tancî çon řawî nêrî dest kewtaye beřełay ne ekird, emanîş bo kurd û karey derewe awa bûn! hemane egirin û ełên: em řonet be çend? kabraş ełê: řon nîye lêm geřên. ewan taze nêrî xoyan destikewtuwe bereła kirdin her nye. her ełên: ebê lêt bistênîn û em ełê: nayfiroşim. le řûyşî hełnaye biłê guwe. ewan hemane řa’ekêşin û em řay ekêşê û ełê: bikem we qing daykitanewe berełay ken ba biřom, be cêmam. lem miřumişt û bigre û berî deda pişkî hemane ber ebê û - şerwet wê le řûda - gûy le nîskêne dirust bû hemû ser û çawî cambazekan eşwatewe!

dyare lem hera û huryayeda dinya be tewawî řûnak ebêtewe û ebê be řoj. xełkî da’ebarin. îş lewe etrazê ke be şêneyî legeł yek bibzûnewe. ewan em edene ber şeq û paşamawey pîsawî [herçî] le sikya mabuwewe, hemûy heł’eřjête ew nawe. emîş be gałokekey destî û be hemaney bin destî ewendey tir ewan eşwatewe. lalo sałḧîş wekû xełkî tir dêt lew lawe seyr eka. cambazekan ke cinêwyan eda be lalo sałḧ bo em řone çakey boy dozîwnetewe, kabray kurdeş her cinêwî be lalo sałḧ eda bo em mîwandarîyey ke kirdî. ewan lew naweda bew core yektiryan seg kuj kird. kabray kurde be her cor bû nîwe gyanêkî der kird û çwewe êtir le terêqya carêkî ke řûy nekirdewe be kifrîya. lalo sałḧ řizgarî bû le destî!