ḧemey kwêxa xidrî darbeřûle hebû le ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 6 Xulek  1043 Dîtin

ḧemey kwêxa xidrî «darbeřûle» hebû; le zemanî turkekana ’esker bû. em ḧemeye be dem ’eskerîyekewe kasbîyekîşî bo xoy dozîbuwe ke pêy bijît. kasbîyekeş ewe bû «girew»y legeł xełk ekird leser pare, zortirîn wext girewekey ebirdewe û parekey wer egirt. lem řêgayewe bo xoy pareyekî başî pêkewe nabû bełam hemû serbazî fewcekey xistibuwe ser sacî ’elî!

fermandey fewcekey yuzbaşîyek bû. em yuzbaşîye be tewawî be teng hatbû be destyewe. belêdan, be ḧebis kirdin, be hîç şitêk çarî ne’ekird. axrî dête ser ewe ke le fewcekey xoyan neyhêłêt û bînêrête layekî tir. bem bonewe enûsê bo bîn başî ke em kabraye le lay ew neyełê. boy enûsê: serbazêkman laye hîç îş û karî nîye girew kirdin nebê û hemû serbazekanmanî lat kirduwe. her çende lêy edem û ḧepsî ekem waz nayenê û zortirîş le girewekanya her eybatewe; tenanet ta êste dû sê carîş legeł min kirdûyetî û lêy birdûmetewe. wam lê hatuwe hîç parey bedestewe ne hêştûm. tika ekem le lay ême hełîgirin û bîxene şwênêkî ke.

em nûsrawe enêrê bo bîn başî. bîn başî ke eyxiwênêtewe leme tûře ebê û be telefon be yuzbaşîyeke ełê: her êste ew kabraye binêre bo lam û ba lay xom bêt, dyare êwe natwanin temêy biken, ya natwanin leşkir bexêw ken, egîna çon şitî wa ebê? ebê ta êste ew kabraye gwêy le şirîxey şelax nebûbê.

leser em fermane ḧemey kwêxa xidir enêrê bo leşkirî bîn başî û eçê le berdem fermandeda teq selamêkî serbazî da’ekotê û ełên: qurban min serbazî leşkirî yekem ḧemey kwêxa xidirim.

fermande ełê: segbab boç le leşkirî yekemda girewt ekird û etbirdewe? ełê: qurban min çî bikem, ewan girewyan legeł ekirdim û minîş embirdewe. bextim le girewda hebû!

fermande ełê: gût xward, bextim hebû çîye? êste teşrîfit biřwa ta egeme xizmetit! ḧemey kwêxa xidir lew kateda ke wîstî selem bigrê û bigeřêtewe dwawe, kitupiř be fermandey wit: qurban wa tê bigem cenabtan mayesîrîtan heye!

bîn başî witî: segbab! gû bixo. em fiłte fiłte çîye? min lejêr çawedêrî pizîşkî taybetîdam, hîç derdêkim nîye, ne mayesîrîm heye ne şitêkî tir.

ḧeme witî: qurban min girewt legeł ekem ke êwe mayesîrîtan heye, be řegtana dyare. fermande witî: segbab!

dîsan destit dayewe girew kirdin? ḧeme witî: bełê qurban girew ekem, girew ekem leser penca lîre cenabtan mayesîrîtan heye.

fermande zor tûře bû her qisekey ḧemey egêřayewe: penca lîre, girew ekem leser penca lîre... girewm legeł eka leser penca lîre! tewaw, tewaw.

le paşa le diłî xoya fîkirî kirdewe witî xo min mayesîrîm nîye, eger bêt û girewîşî legeł nekem le çend lawe xirape řûm tê eka; xo eger em serbaze girewî legeł nekem le naw leşkirekeda biławî ekatewe ke min mayesîrîm heye; yekê penca lîre gałtey legeł bikirê manganey dû mangime. min ke bizanim mayesîrîm nîye boç em girewe nekem? yekêkî tir eweye ke le hemû zyatir ke min em segbabe girewî legeł bikem û lêy bermewe û be yuzbaşî fermandey leşkirî yekem biselmênim ke em serbaze gûyekî wa nîye. ew serbazey ke le leşkerekey ewa pałewan bû, her ke hate leşkirekey minewe min xom lêm birdewe.

bîn başî ke hemû em şitaney lêkdayewe û seyrî kird hemû qazancî xoyetî, be serbazekey wit: biço pizîşk bêne ta temaşam bika, min amadem bo ewe em girewe bikem. ḧemey kwêxa xidir witî: qurban! pizîşkî nawê, mayesîrî dû core, yekê teře û xwênî heye, yekê wişke û dugmey heye. min xom çakî lê ezanim fermû derpêket dakene xom temaşatan ekem; çunke destî ḧekîmîm heye!

bîn başî, ḧemey kwêxa xidrî birde jûrî taybetî xoyewe û derpêkey bo dakend. ḧeme pencey xoy ta bin kird beqnigî fermandeda û derî hênayewe û witî: qurban her çend seyrim kird êwe mayesîrîtan nîye, girewekem dořand, fermû eme penca lîreke. xêra destî bird penca lîrekey le berdem fermandeda dana.

bîn başî be xoşî xoşî derpêkey hełkêşayewe û penca lîrekey xiste tenkey baxełî û hate jûrey êdare û destî daye telefûn û qisey legeł yuzbaşî fermandey leşkirî yekem kird û witî: hey bêmêşk! be řastî, řaste ke hîç îdaret nîye. em serbaze xwêřîye ke nardibût le mawey de deqîqeda penca lîrey be min dořand û çawim şikand ke carêkî keş girew legeł kesa neka.

yuzbaşî witî: çon? bîn başî witî: pêy witim ke to mayesîrît heye û leser penca lîre girewman kird, we xoy be hemû arezûy xoy pencey kird be mina. ke seyrî kird hîç mayesîryekim nîye cwan û puxt penca lîre key dana û aqił bû bo carêkî keş ke îtir girew nekat!

lem kateda yuzbaşî fermandey leşkirî yekem le pişt telefûnekewe be ḧepesawîyekewe witî: ax piştim şika! bîn başî witî: çî bû? yuzbaşî fermandey leşkirî yekem witî: em segbabe çende fêłbaz û destiteře. le geł mina leser dûsed lîre girewî kirduwe ke min ew binêrim bo leşkerî êwe be geyştine pêşewey penceyek bika be qingî fermandeda ke cenabtanin. min witim natwanî, ew witî to girewm legeł bike û bimnêre, eger bîn başîm be penceyek taqî nekirdewe to dûsed lîrey xot werbigre! ewa êste wa dyare destî xoy weşanduwe û pencey kirduwe be qingî cenabtan û xoyşî sedupenca lîrey bo mawetewe. bîn başî destî sard buwewe, telefûnekey le dest kewte xwarewe!