ew sałe qa’îmqamêk le çwarta hebû ke ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  961 Dîtin

ew sałe qa’îmqamêk le çwarta hebû, ke yekem car bû çwarta qa’îmqamêkî tê eçû, yekem carîş bû ew kabraye ebû be qa’îmqam.

midîrî mał «mîrza marf» buwe řojêk le axrî manga lîstey ew mangey dayere bem corey xwarewe enûsê û eyba bo qa’îmqam îmzay bika û bînêrin bo silêmanî:

lewazmî nûsîn 200 řupye. sûtemenî 100 řupye. te’mîrat 1000 řupye. me’aşî ehlî dayere 2000 řupye. cem’î kul 3300 řupye.

qayîmqam seyrêkyan eka û ełê: lewazmî nûsîn tewawe 200 řupye, sûtemenî tewawe 100 řupye, te’mîrat tewawe 1000 řupye. me’aşî ehlî dayere tewawe 2000 řupye. emca çawî ekewê be cem’î kul - 3300 řupye - tûře ebê û agirî têber ebê û ełê: em cem’î kule segbabe kêye ke her mangêk ewende pare lem dayere wer’egrê? we min ta êste řênekewtuwe carêk berçawim bikewê?

emca katbî teḧrîr bang eka û ełê: le êste zûtir nîye em cem’e kule segbabe finîş ke û îtir pûłêkî tirî medenê. wereqey finîşekeym bo bêne îmzay kem!