şeřî duwemî gîtî bû hem hemû şitumekêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  899 Dîtin

şeřî duwemî gîtî bû. hem hemû şitumekêk giran bû. hem leşkirî ḧukûmetekan be hemû layeka biław bibûnewe. hendê serbazî połonî behoy germey şeřewe kewtibûne kerkûk. zabtêkî połonî legeł afretêkî geřîdey şeřa řê ekewê! qiseyan leser ewe ebřêtewe ke kabra carêk be xizmetî afreteke biga û dînarî bidatê. bełam be mercêk pênc dînarî pêşekî bê û pêncekey tirî dway tewawkirdinî kiławeke! leser em biřyare pênc dînare pêşekîyekey da û kafir xiraye ceḧenmewe! bełam kabra le paş ewe ke le îşî xoy buwewe, destî kird be milpêçî kirdin le danî pênc dînarekey tir; be kurtî neyda.

mela sidîqî nazenînî ḧakim bû le kerkûk. afreteke eçê şikat eka û bem core sikałanameyek enûsê: serokî dadgay beřêz! cenabî misîw pilutark jûrêkî lem karekerey xot girtuwe be de dînar ke pênc dînarî le pêş eweda bête naw jûrekewe bîdat û pênc dînarîşî paş ewe ke jûrekey wergirt. cenabî mîsu le paş ewe ke pênc dînarî pêşekîyekey da jûre miłke taybetyekemî wergirt; bełam be pêçewaney peymanî beyniman le danî pênc dînarekey tir řû wer’egrê.

leber eme em karekerey xot tika eka ke bo wergirtinî pênc dînarekey tir le cenabî mîsu, ewey şayanî dad û ’edłe be cêy bênin bo ewe em do’aguwe dawên pake diłsûtawe heta zemanêkî dêrîne minetbarî êwe û dadgatan bêt.

karekertan c.

mela sidîq le paş ewe agadaryey peyda kird be ser mesele û sikałanameda, be fermanêk mîsupolotarkî bang kird bo dadga bo ewey çî lem řuwewe ezanê xoy pê bipeřênêtewe. mîsupolotark le řojî taybetîda hate dadga û witî: cenabî dadpirs! min be dû bełge pêtan eselmênim ke jûrî em xatûnem wernegirtuwe. xatûnîş lew lawe řawestabû. her dawayek ke lem řuwewe eyka min eygêřmewe û naçme jêrî. dû bełgeke yekêkyan eweye ke em jûre le tenîşt awdestixanewe bû, duwemyan eweye ke şêy hełhênabû sitarî tya ne’ekira. bem bonewe tika ekem dawake bigêřnewe.

mela sidîq zerdexeneyek girtî û witî: cenabî polotark bełgekanit lewane nîn ke dawakeyan pê bigeřêtewe; çunke eme aşkiraye ke êste zemanî cenge û kirê jûr zor girane. de dînar şitêkî wa nîye ke pyaw bitwanê jûrêkî nayabî pê be kirê bigrê. dyare meger her jûrêk be de dînar ke le tenîşt awdestixanewe bêt. duwem em jûre ke to girtûte şêdar û mertûb nebuwe, cenabtan her legeł çûne nawyewe hemû kelên û quşbinêktan awpaşî kird û řişanditan, bêguman jûrêk ke şêdar bêt nařşêndirêt. sêyem êwe hemû jûreketan girtuwete dest; çunke her şitêktan hebwe û nebuwe xistûtanete nawî, tenanet be hoy ewewe ke hemû jûreketan dagirtuwe û piřtan kirduwetewe, dû bałtan pê buwe çêtan nebuwetewe û le ber dergakeda cêtan hêştuwe! le axir dadga ḧukmî da be ser polotarka be pênc dînarekey tir û xatû «c» be serkewtûyî le dadga çuwe derewe.