eger çûyte beẍda be fîzêkewe ya be gêl...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  726 Dîtin

eger çûyte beẍda be fîzêkewe û ya be gêlegêl xerîk bûy egeřay, leser řêgake leberdemta seyrit kird kîsepare û ya cizdanêk kewtuwe, toyş dest ebey hełî egrî û eyxeyte baxełit, kitupiř kabrayekit lê peyda ebê û xêra be şwên ewda kabrayekî tirîş pêt ełê: ew cizdane hî mine to hełt girt - toyş boy derdênî - û ya lewaneye her netxistibête baxełit û be destitewe bê, kabra lêt wer’egrê û paşan ełê: wełła bawkim xwa hełnagrê eme hî min nîye û eydatewe be destitewe, pêt ełê: min çawim lê bû to hełt girt, etirsim cizdanekey xotit dabê be destimewe!

toş ełêy: newełła bawkim emeye ke hełm girt, cizdanî xom le baxełmaye. pêt ełê: kamete, bizanim ba seyrêkî ewîş bikem. toyş be fîzêkewe dest ebey cizdanekey xot derdênî û eydey be destîyewe, seyrêkî ewîş eka û ełê: biřo, xwat legeł. toyş cizdanekey xot wer’egrî û eřoy; le paş tozêk etewê pare xerc key, ke dest ebey û cizdan derdênî, seyr ekey piřyetî le kaẍezeşiř û parey تێا nemawe!

tomes lew wexteda ke cizdanekey lê wergirtûy, be teřdestî, her leber çawtewe parekey lê derhênawe û boy piř kirdûyetewe le kaẍezeşře!

ca biram eger çûyte beẍda, fîz netgirê, biłêyt: kê etwanê şitî wa le min bika?! agat le xot bê, ne cizdan heł bigre û ne cizdanî xoşt bidere dest kes. «ne ew nawlingane û ne ew zebreqûnane!». dwacar nełêyt axir fiłanî to boç pêt newtim?!

ke çûyte beẍda heç pareyekit pêye le şwênêk daymenê, be taybetî ke çûyte bazař şit bikřî û yek dû dînarêk bixere gîrfanêkit û bo ew wirde şitane lewe derbêne. îtir dest meke be efendîyetî û babekiraẍayî, dest berî le bazař leser dukanekana baqedînar derbênî. kabray westa be xoy û deme gwêzanêkî tîjewe be şwênteweye! wextê xeberit ebêtewe kispeyek le diłtewe dêt û řengit zerd ebê û ełêyt: ay parekem nemawe! ca ne ew fîz fîzanîye û ne em tîz tîzanîyeş! dwacarîş nełêyt axir fiłanî boç pêt newtim?!