dwayî

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  516 Dîtin

ewa bergî duwemî řiştey mirwarî le jêr çap derçû; kewte ber dest xwêndewaranewe. min maweyekî çend sałîye legeł em kitêbe xerîkim kom ekirdewe, le encama ta êsta dû bergî lê derçû. le biławbûnewey bergî yekema seyrim kird le layen xwêndewaranewe nukat û qisey xoşim bo dêt, bo ewe ke le bergî duwema biław bêtewe.

bełam leber ewe ke řêkxistinî em berge pêş nardinekey ewan kewt, daxekem řêk nekewt ke ewaneş biław bikirênewe.

carê pêşekî supasî ew kesane ekem ke ew şitaneyan bo nardûm, supasî eweyan ekem ke hestyan be xizmetêk kirduwe, bew xizmete ke ziman û edebî kurdî pêwîste bibûrjêndirêtewe û bixrête ser kaẍez, bo ewe leme zyatir derbeder nebê û neçête goşey lebîrçûnewe.

bełê řêk nekewt le bergî duwema biław bikirêtewe, bełam em kitêbe we nebê her dû berg bê. min fîkirim waye be yarmetîy xwa leserî biřom û edebî şaraweman be endazey twana berebere bîxeme řû. kewabû ewaney ke şityan bo nardûm le bergî sêhema biław ekirênewe û bem zuwane bergî sêhemîş der’eçê.

herweha tika ekem lew kesane ke tînûy edebî kurdîn, çî ezanin û ya çîyan bîstuwe le nukat û qisey xoşî kurdî, le nardinekey dirêxî neken û bomî binêrin.

lewan nardin û le min biławkirdinewe. umêd ekem lem řuwewe be hoy hemû layekewe edebî kurdî bigate asmanî berzî û le çałî bênewayî bête derewe.

le kirdinî em core îşane û nûsîn û çapkirdinî emane dû xizmetî gewre be kurd ekirê: yekem em core şitane lezetî demaxe û demax û gyan pê poşe, bew hoyewe exwênrêtewe zyad le şitanî tir, lemewe kurdîxwêndin biław ebêtewe; tenanet ew kesaneş ke nazanin bixiwênnewe xoşî kitêbeke naçaryan eka be xwêndinewe û eme bû be qutabxaneyekî gewre; duwem xizmetêke bo edebî kurdî be zimanî kurdî û ke lay řojgar eyhêłêtewe. em dû şite ême naçar eka be her şêweyek bêt, pêwîste xerîk bîn û neyełîn em xizmeteman le dest biçêt û herkes her şitêkî laye be gwêrey twanay koşiş bika bo zîndûbûnewey.