tubî limin ke řoḧî fîday ew nîgare kird

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 2 Xulek  1452 Dîtin
tûbî lîmenْErebî ke řoḧî fîday ew nîgare kird
xoy badenoşî neş’eyî ew çawxumare kird
tûbî lîmenْErebî ke wa ser û małî beřastî
şabaşî xakî ew ber û bûm û dyare kird
tûbî lîmenْErebî ke wa be umêdî qudûmî yar
birjangî geskî cadeyî ew şehseware kird
xozgem bewey ke pořî diłî xoy be sed nyaz
nêçîrî ew ’uqabî melayk şikare kird
xozgem bewey ke muddetî ’umrî be neqdî can
baxî nu’ûtî şahî medîney îcare kird
xozgem bewey ke wa le penay ew şafî’eda
qazancî lew nemam û guł û lalezare kird
qurbanî ew cenabe ke biryanyêkî berx
îzharî zehrî xoy wekû bû bew qerare kird
boy bû be şîr û şekirî şîfabexşî cawîdan
sûdêkî way le çeşnî ew zehrî mare kird
beyza be emrî ew bû ke westa deqîqeyê
dû let be destî ew bû ke mangî îşare kird
ew bû ke wek melek şewî esřa le asman
yezdan tewafî meqdemî bew ḧewstare kird
ew bû ke yek çitîr û menê co le xendeqa
řojî ẍeza kîfayetye û yek hezare kird
tesbîḧ û nałey ew bû ke kirdî be dar û berd
ew bû qisey be ask û ew sûsemare kird
î’cazî ew bû saryeNava taybet bîstî qisey ’umerNava taybet
mumtazî ew bû řîf’etî bew yarî ẍare kird
bo çî nebê be saḧîbî nûreynî neyîreyn
’usmanNava taybet ke bonî dûgułî lew newbehare kird
yadî biroy řesûłî xuda bû be yawerî
ḧeyderNava taybet ke fetḧî xeyberî bew zuwalfeqarNava taybete kird
biřwane çon be řutbeyî mînّaErebî xełat kira
selmanNava taybet ke hatû bey’etî bew tacdare kird
şafî’ ke ew bê, ehlî keba’îr çi bakîye
ba her biłên ke têẍî guneh cergî pare kird
şukirî xuda ke řistî necatî le mil kira
bo pas ewey ke xoy be segî ew heware kird
ke’bey necaḧî herdû seray hat be pîrewe
herkes ke çeşnî řabî’eNava taybet řûy lew telare kird
bêxudNasnava edebî beqî’î ẍerqedî walaye merqedî
ḧacîNava taybet eger mezarî leser girdî yareNava taybet kird
dinya jinêke faḧîşe û pyawkuj û giław
way lew kesey ke dêłe segî way mare kird