kabrayekî kurd jinêkî hebû hemû car be...
kabrayekî kurd jinêkî hebû, hemû car be darêkewe ber ebuwe serugwêlakî û day’epłosî û kabraş hîç deretanêkî nebû. fîkirî kirdewe biçête lay mela şikat lem jine bika.
melayek le gundekeyana bû, çû bo lay, ke geyşte ber qapî małî mela, seyrî kird le jûrewe zirmukute û mela hate derewe û destî girtuwe be serîyewe, ke çak temaşay kird, tumez melajin be qapqapêkewe hatuwete wêzey mela û serubeçkî şikanduwe! kabra ke emey dî, lûs û barîk be şwênekey xoya geřayewe.
lew kateda mela çawî pê kewt, bangî kird: were biram bizanim îşt çîye? ewîş witî: «qurban! du’ay serî to, hîç îşim nebû. witî: na, bê’îş nît ke hatûyt. witî: wełła ewî řastî bê, ḧałim şiř bû be dest jinekemewe, hemû car be dardestekê têrupiřim lê eda. witim ba biçim lay mela şikatî lê bikem, seyrim kird mamosta eme ḧałîyetî! witim kewate ba bigeřêmewe.
mela witî: «biço pêy biłê bew kawlîye ḧeqî nîye be dardestek lêt bida, şer’ efermuwê her heqî qapqaqpîyan heye û hîçî tir!» kabra witî: kewate dek mubarek nebê!»