kabrayekî kurd eçête ew ałane bo...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  602 Dîtin

kabrayekî kurd eçête ew «ałane» bo mêwjikřîn. řêy ekewête małêk, małeke pyawyan le małewe nabê her jineke ebê, lêy epirsê: mêwijtan heye? jineş ełê: heye. pyaweke eçê da’enîşê û jine nanî bo da’enê. lew kateda jineke bayekî lê ber’ebêtewe, zor terîq ebêtewe. kabra nan exwa û le paşa ełê: mêwjeke le kwêye, bimderê. jineş ełê: ewete lew kenuweda, xot biço hořeketî lê piř ke.

kabra eçê enîşê be ber kenuwekewe. mêwjekeş tozê şêy heł hênabû. kabra be arezûy xoy hoř da’egrê û darkutî eka. jineş le terîqî tiřeke hîç deng naka û wa wirgîşî le daxî bê’însafî kabra awsawe. kabra ewende be simřisimiř û bêwîjdanane hořeke da’egrê, kitupiř ewîş tiřêk ekenê. jine le şwênekey xoy řa’epeřê û eçê le piştewe enewê le yexey kabra û eykêşête dwawe: «biram hełse! tiř be tiř, mêwij nafroşim, xo to dîqit be min kird».