westa bişîr mişîr sałêk le beẍda eçê bo...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  555 Dîtin

westa «bişîr mişîr» sałêk le beẍda eçê bo silêmanî, dû le kuřekanî legeł ebê. fayeq bêkes lêy epirsê: mamosta em kuřanet nawyan çîye? ełê: huşyar û şaho. ełê: biřwa ekey le beẍda pêyan ełên: «hişam û şamil!» ełê: «axir lewê wayan pê ełên, bełam lêre nawim nawnete huşyar û şaho». ełê: «kewate ke çûyte kerkûk nawyan binê zeyneł».