meḧmû paşay caf yekêk bû le pyawe here ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  629 Dîtin

meḧmû paşay caf, yekêk bû le pyawe here gewrekanî kurd, ew pyawe bû ke legeł wesman paşay biraya deste ciłewî ’eşretî cafyan girtibuwe dest û hełyan esûřand, ew ’eşîrete ke xawenî çil hezar xêwet û le şekel û şîrwanewe dayangirtibû ta şaqeła û bis û mewlanawa. eme le layekewe, le layekî tirewe em paşaye wiłatanî dîbû, pyawanî gewre û koşkî walî û padşahî dîbû, le her layek gułêkî çinîbû, le her şwênêk edebêkî wergirtibû, le encama xoy bibû be pyawêkî edebperwerî kurd. bew zeka û edebewe serokî ew ’eşretey ekird ke heryeke le telêk lêyan eda û her yeke core eqłêkyan hebû.

bełê le řemekî cafa gelê pyawî jîr û dana hełkewtuwe, ebê hełkewê, çunke nesîmî derbendan û heway deştan ke têkeł be cirîwey estêrey asman bû, dîmenekeyan ekate karê ke lalẍawey fîkir û hoşî pyawî hewargeřî ew dîmene lêk bikşênêtewe û baweřî safî wekû duřiř derbiřê. wekû eme ebê gelê pyawî sawîlkeş lew koředa ekewête meydanewe ke asoy fîkirî tenha piřî mêşkekeyetî û hîçî tir! ca pyawêk ke serokî ’eşretêkî wa bigrête dest, ebê danayîyekey û firawanîy diłekey gelê gewretir bê le gewreyîy ew ’eşrete, eger wa nebê ’eşretdarî pê nakirê. řaste pêy nakirê; çunke ezanê emane be diłêkî safewe qise eken û qisekeşyan gencîneyekî gewhere bo zimanekeyan. boye meḧmû paşa hemû car legeł herkes le pyawî ’eşretekeda bepêy ’eqłî ew qisey legeł kirduwe û le pêkenîn bewlawe hîçî tirî nedawe be řûya, her em diłfirawanî û ’eşretdarîyey ew buwe ke kirdûyetye karê nukatî edebîy benirxî kurdî bo zimanî kurdî mawetewe û buwe be gułdesteyek boy. lemaneş wekû ewe ełê: carêk kabrayekî kurd kerêkî edzirê û lay kabrayekî tir be serî ekatewe û lêyan ebête miřumişt, le axra eçin bo lay meḧmû paşa bo şikat. emyan ełê: kerî mine û ewîşyan ełê hîy ew nîye. le axra kabray xawen ker řû ekate meḧmûd paşa û ełê: paşa we qewrekey ḧeme paşa, çon to enasim, awa kerekey xomîş enasim, îtir bêjim çî em kawraye lêm çugese çeqî le’neta û namdatewe! kabray tirîş ełê: desa pyagî dirozin ew qenney paşaye we qingî! dyare to paşa nanasî egîna kerî xotit enasîyewe! paşa bem qiseye dest eka be pêkenîn û ełê: bira biřo kerekey pê biderewe, kerî xoyesî, min xas enasê!