meḧmû begî řeza beg gêřayewe witî: lay ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  583 Dîtin

meḧmû begî řeza beg gêřayewe, witî: lay îme derwêşêk hebû lem axreda kiçêkî hênabû dû sê şew bû çûbuwe lay nebbû be zawa. şewêk ewendeman zanî lepaş nwêjî xewtinan haywihoy peyda bû. ke seyrman kird eme derwêşekeye ḧał girtûyetî û zîkir eka û cezbey lê hatuwe, zorî pê neçû her bew ḧałewe çuwe jûrewe, be dewrey jineda heł’esûřa û milî ba eda û eyut: ya şêx eme hîy min nîye hîy toye ca keyfî xote!