desteyekî ew serdeme řojêk eçne derewe ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  581 Dîtin

desteyekî ew serdeme, řojêk eçne derewe bo řawe «cuře» be pelepîtke, kitupiř tifengêkî saçmezen edoznewe, lêyan ebê be hera, nazanin çîye? eyhênnewe bo awayî û ’eşîret û pyawmaqułî lê ko ebêtewe û ekewne řawêjkirdin û hełhênanî em beła gewreye, ke xwa be serya dawin û nazanin çîye? yekê ełê: eme ḧuştirî deştî ’erebistane û le karwan becê mawe. yekê ełê: eme bay ẍezewe û bałî şikawe! bekurtî yekêkî tir eyka be qaz û yekêkî tirîş be baz!

lale tomas heł’edatê û ełê: êwe hîçtan ’eqłitan nîye, eme qenney xwaye û lewêda lêy becê mawe. hemûyan ekewne ziłp û biłê, ełên: řast waye. inca ełê: bo řastî û diroyş kełe pişkoyekî leser danên ta botan taqîy kemewe, hey bê’eqłîne! pişkoy bo leser çasme da’enên û dem enê be lûlekeyewe û nefesî lê eda, legeł nefes lêdana tifeng eteqê û mêşkî eba be ’asmana! lale birzûyş heł’edatê û ełê: ewe derdit wê, be qenney xwa sewîl ekêşî!