kuřêk hebû daykêkî zor pîrî hebû wate ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  578 Dîtin

kuřêk hebû, daykêkî zor pîrî hebû, wate le heşta têpeřîbû, řojêk kuřeke witî: daye şer’î xwa û pêẍember fitway dawe mêrdikirdin we nebê şitêkî têda hebê, ełêy çî mêrdêkit le temenî xota bo bidozmewe û mêrdî pê bikey û ew çwar řoje ’umret ke mawe legełî řabwêrî? daykeke zorî pê xoş bû, witî: řołe madam řûm lê enêy, bê diłît nakem, arezûy xote.

beynêkî zorî pê çû, îtir kuře hîç dengî nebû, daykekey witî: erê řołe wextî xoy qiseyekî wat kird, ke çî êsta hîç dengit nîye? qezat bikewê le daykit. kuře witî: wełła daye herçend egeřêm pyawêkî wa ke le sêrey toda bê dest nakewê. daykeke witî: ca řołe qeydî çîye, madam pyawêkî wa dest nakewê, dû pyawî çil sałîm bo bêne, ewe be herdûkyan ekene heşta sał, emeş her bo ewe ke qisekey to neşkê.