ḧeme aẍay koye řayspardbû bo pasewanêkî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  842 Dîtin

ḧeme aẍay koye řayspardbû bo pasewanêkî lêhatû, betaybetî bo koşk û gelexanekey xoy. mam teymûrêk hebû çû witî: qurban min îşim nîye û hatûmete xizmet bo ewe pasewanîyekem bideytê. aẍa witî: řołe min pasewanêkî çwar pel qewî têk simřawim ewê, aza û netirs bê, şeře kutekî pê xoş bê, tûşî her kes bibê bîtirsênê, şeřkirdin û awxiwardinewey be lawe wekû yek wa bê, ke legeł şîřanî be ser yekêkya, hemû geřek be’aga bên û kabray tir zirawî biçê, ewendeş mon bê, pyaw ke ewî dî wa bizanê şeytanî çaw pêkewtuwe! eger emane le twa heye were û çîşt ewê etdemê! mam teymûr witî: qurban emaney cenabit eyfermûy, meger her jinekey min wa bê, ewa eçim bot enêrim. lêyda řoyşit!