kabrayek bûkêkî xoy legeł bû bo şar ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  554 Dîtin

kabrayek bûkêkî xoy legeł bû, bo şar ehatin, leser kanyawêk layan da bo ewey tozê biḧesênewe, bûkeke sikî piř bû, leşî giran bû, lew wexteda ke wîstî danîşê bayekî lê ber bû, her zor terîq bowe, îtir le şermana ne nanî pê xura ne aw! xezûrekey seyrî kird em kiçe bem core bika boy nagate şar, destî kird be diłdanewey witî: kiçim qeynaka şitêkî wa nebuwe, ewe îşełła kuřit ebê!

bûkeke tozê henasey pya hatewe û witî: ke wate mame bayekêkî tirîş bikenim. xezûrekey witî: kiçim carê to ewe gewre ke, ew wexte yekêkî tir bikene!