feqêyek gêřayewe witî sałêk lew kwêstanî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  853 Dîtin

feqêyek gêřayewe witî: sałêk lew kwêstanî baneye zor sard bû, çûme jûrî mizgewteke bo nwêjkirdin, beyanîy zû bû, mizgewtekeş êgcar sard bû, nwêjekem be pelepel kird û çûme ḧucre, kunêk le ḧucrekeda bû eyřiwanîye jûrî mizgewteke. kabrayekî řîş sipî hebû mam wesmanyan pê ewt, destinwêjî şordibû aweke be řîş û simêłîyewe bibû be zengułî sehoł, xêra nwêjekey kird û selamî dayewe, minîş le kunewe witim: werman negirt!

kabra seyrêkî em la û ew lay xoy kird kes dyar nebû, hesta nwêjekey kirdewe, dîsan witim: werman negirt! seyrêkî tirî kird, kes dyar nîye zor serî sûřma, bełam le sermana hêzî tya nemabû! benaçarî hełsa nwêjekey kirdewe, hemdîsan min witim: werman negirt û qibûł nebû! her hesta û kirdî be pêławekanya û boy derçû, witî:

werit girt, werit negirt çawit der’ehat û milit eşka, xo min le sermana zîřem kird! werman negirt, werman negirt, cîkeneye, cîkeneye! demufłiqit xwatewe, xoy lew asmanewe danîştuwe û xełkî kirduwe be hellac!