kabrayekî bêserî gêřayewe witî, bawkim witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  806 Dîtin

kabrayekî bêserî gêřayewe, witî: bawkim witî: sałêk babe řesûł nardî bo leşkir ke biçê şeř legeł hemewen bika, êmeyş leber dest fer’an aẍada bîst û çwar swar hatîne suleymanî, le małî babe řesûł dabezîn. jûrêkî gewreyan bo ferş kirdîn û êware nanyan boman hawird, çî êrin? gêtke, bełam gêtke; her yeke be qeder tûtełesegêkî yek mangî xiřeke, ke hełman piçřî nawekey piř kirabû le birinc, wekû piław, ewende gendugûy bonxoşî têkirabû, herwa pyaw wiř ebû, ewendeman xward, ewendeman xward heta le lûtman hatewe. şew xizmetkarekey babe řesûł lew dîwewe dergakey daxsitibû, le nîweşewa îşî serawman bû, wird bûynewe derga daxrawe, çî bikeyn, çî nekeyn? bû be gîz û hoř, naçar ferşekanman hełdayewe û jêrekeyman piř kird le pîsayî, beyanî fer’an aẍa emey dî, witî: ’eşret wextî řawestan nîye. îtir her kese pelamarî wiłaẍî xoy da, swar bûyn berew mał têman teqand.