sałêk xêł egate deştî şilêr hobeyek çend řoj ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  810 Dîtin

sałêk xêł egate deştî şilêr. hobeyek çend řojêk lewê emênnewe, baran nayełê bar ken biçin bo kwêstan. kwêxayekî řîş sipîyan ebê, ełê: kuřîne ba we fêł bar keyn we dizîy xwawe! ełên başe. kabra paş xewtinan heł’estê eçête ser girdeke û řû ekate asman - ewa hewr û şirîx û hořîşe - be dengî berz ełê: bar nakeyn, bar nakeyn şirîx û horit buřewe! destîşî le xêłeke heł’etekênê û be bêdeng pêyan ełê: we doła, doławdoł boy biřon!

lew wexteda eykate birûske û çexmaxe, kabra ełê: ê, kuçkî toy lê newarê, ewe min êjim bar nakeyn keçî ew taze kuçk û çexmaxim bo heł’eka we şwênmana, wa ezanê min diro ekem!