sê çwar mał mirzing le řanye ebin nexoşî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  719 Dîtin

sê çwar mał mirzing le řanye ebin. nexoşîy çaweqûłe da’ekewê, ewanîş mał bar eken her ew şewe le zê epeřnewe dêyekî em ber binarî telan, dewar heł’eden. wextî hetaw kewtin yekêkyan eřşêtewe û emrê! înca gewrekeyan eyut: dek małit be quř gîrê îzra’îl, were bem tarîkeşewe le bîtwênewe bêy û benaw em hemû dar û deweneda ême bidozyewe û çiqłêkîş neda le çawit çawêkit derbênê!