meḧmû paşa le estembuł hełatbû be ser ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  736 Dîtin

meḧmû paşa le estembuł hełatbû, beser wiłatî řusyada hatbowe, hemû kwêxa û serkomarî ’eşretî caf eçin be pîryewe, ke be xizmetî egen, yeke yeke destî maç eken û bexêrhatnewey eken. lenaw xełkekeda kabrayekyan şeş ḧew car destî maç kird û witî: paşa bexêr bêtewe, yařebbî bexêr bêtewe, sed car bexêr bêtewe!

pyawêkî ke witî: xizme to carê dû car sê car bexêr hatnewet kird îtir bese eme çît kird? kabra witî: ’eşret lêmgeřên, wew sey sayeqe lew řojewe paşa çûge bo estembuł, min herwekû caşkê daykî lê gum bûbê be çem û dił û kejewe lûşkelûşk û zuře zuřim buwe!