kabrayekî pîneçî bo karkirdin řêy ekewête...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  714 Dîtin

kabrayekî pîneçî bo karkirdin řêy ekewête hełdin û le mizgewtekeda ebê. beyanî micewreke agir ekatewe, pîneçî zorî serma ebê, eçête ber agireke. ewende ezanê kabrayek dêt, micewreke pêy ełê: elyas beg fermû lay serewe. elyas beg ekewête jûr pîneçîyewe. yekêkî tir dêt ełên xidir beg fermû lay jûrewe. ewîş teke teke be pîneçî eka, zelamêkî tir dêt, ełên fermû bekir beg biçore ew serewe, ewîş ekewête jûr pîneçîyewe. bem terḧe hejare, ekewête ber derga û serma lebin destî eda. lew wexteda gwêrekeyek dête ber qapî mizgewt, pêneçî ełê: fermû gwêreke beg bo lay serewe. inca xełkeke îtir dêłn tozê pîneçî germ bibêtewe.