kabrayek gêřayewe witî ’êl eçûn bo kwêstan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  698 Dîtin

kabrayek gêřayewe witî: ’êl eçûn bo kwêstan, řojêk lew deştî şilêreda temaşam kird ewa sê çwar zelam çał heł’ekenin, çûm be layanewe, seyrim kird pyawêkî zor pîr danîştuwe nan û mast exwa û ewanî tirîş çałêkî qûłyan hełkenduwe û řawestawin. lêm pirsî: bira eme çîye? wityan: bira em řîş çermoke bawkimane, ême eçîn bo kwêstan emîş nakewête payîz, heta bîhêrînewe, gořstanekeyşman lêreye, ewe êsta gořman bo hełkend, çaweřêy eweyn nan û mastekey bixiwa û bîxeyne gořekewe û daypoşîn û biçîn we dway xêłekeda!

pyawekeş wirde wirde nan û mast exwa û seyryan eka! minîş witim: xwa bitangirê pyaw eweta zetuzîndû çî exene çał? wityan: bira beşî xoy ’umrî kirdige ba her lêre bîxeyne çał xase! lewlawe boman nageřêtewe we dem koç û barewe. witî: be hercor bû pyawekem lê sendin û ewanim beřê kird be şwên xêłekeda. pyawim hênaye małewe, payîz ke ’êl serewxiwar bowe kabra hesta çuwe pêşwazî ’êlewe.