kabrayekî kurd jinêkî hebû zor lat bû...
kabrayekî kurd jinêkî hebû, zor lat bû. zistan dahat, hîçyan nebû, qiseyan kird be yek ke heryekeyan biçnewe małî bawkyan û biłên buwe be şeřman û pêkmanewe namankirê. bo ewe ew zistane xoyan pêyanewe bexêw biken. lêyan da řoyştin, ke kewte behar, pyaweke çû be şwên jinekeya û le małî xezûrekeya be fêł destî kird be qisekirdin eyut: jinekem legełim werewe û min mêrditim o xirapîm çîye boç torawî? ewa xezûrekeşî danîştuwe û lengerîyek ardewayan bo kirdûn legeł kuřekeda pêkewe eyxon. lengerîyeke belay xezûrekeda lar botewe herçî řonekeye kewtuwe belay ewda. jineke çû penceyekî hêna be naweřastî ardewakeda bo ewey řoneke bikewê be lay mêrdekeya û be demîşyewe witî: bexwa babe ta dinya awa bê min legeł em mêrdem naçmewe.
bawkeş fêłbaz bû. ke zanî waye û kiçekey bo ewe way kird ke řoneke bikewê be lay mêrdekeya û em şeř û herayane diro buwe, kewçkêkî hełgirt û ardewakey têk da û be demyewe witî: bexwa řołe ta dinya wa têk çûbê, to naçîtewe lay em mêrdet!