ełên carêk padşayek xizmetkar û pyawêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  885 Dîtin

ełên carêk padşayek xizmetkar û pyawêkî zorî le pişt serewe ebê û be naw kołanêka tê’epeřê, be her layekda eřoyşit hemû leberî heł’estan û selamyan bo egirt, derwêşêkî řûtełe le řêbazî padşada leser kołaneke danîştibû, pałî dabû be dîwarekewe û qaçîşî řakêşabû, ke padşa be berdemya têpeřî hîç xoy têk neda û qaçîşî hełnekêşayewe, wekû her kes neřoyştibê her wabû be layewe!

padşa leme tûře bû, pyawêkî narde serî ke pêy biłê bo çî leber payey padşa be lanîkemewe qaçî hełnekêşawetewe? kabra çû pêy wit, derwêşîş witî biço be padşa biłê «ewey dest řanekêşê qaçîş hełnakêşê».