melayek hebû guzeranî zor kiz bû ew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  827 Dîtin

melayek hebû guzeranî zor kiz bû, ew serdemeş şî’ir bawî hebû, herke şî’rî butaye eybird bo padşa, padşayş bexşişêkî başî edaye. melajin, pêy lê kird be kewşa, pêy wit: heste toş şî’ir biłê û bîbe bo padşa, ba bexşişt bidatê û tozê guzeranman çak bibê! herçend mela hawarî kird û feryadî kird ke kiçê min le şî’ir nazanim û min le şî’irim çî? kełkî negirt. be zor henardî. mela em şî’raney dana:

darekey ser kel, pirdekey qişłax
aferim şarezûr bo pemût!
meseley tełaq mîcwîm ziqaq
dûsed û penca û ḧewt menem!

hesta řoyşit.

padşa le ḧewşey baregada leser ḧewz û le naw çîmen danîştibû, mela xeberî nard ke şî’irim bo padşa wituwe! padşa bangî kird û mela leber demya şî’rî bo xwêndewe. witî: mela eme bû şî’reket? witî: bełê qurban. witî: kewate bexşişî em şî’re cwanet eweye bitxeme ew ḧewzewe. a kuřîne bîxene ew ḧewzewe!

melayan hełgirt û xistyane ḧewzekewe. mêzerekey kewte ser ḧewzeke. lew wexteda tancîyek le ḧewşekedabû, lewêwe řet bû, mêzerekey be mirawî zanî, be xwa bazêkî bo da û şiłp kewte ḧewzekewe.

mela çawî lê nebû, her ewendey ezanî ke yekêkî tirîş wa qurit exwatewe be naw awekeda û ser ekewêtewe. řûy tê kird witî: «aẍa! cenabîştan şî’irtan fermuwe?»